Kestiyên Çînê avên xaka neteweyî ya Japonyayê binpê kirin

12 January 2023 14:58 0 dîtin
Kestiyên Çînê avên xaka neteweyî ya Japonyayê binpê kirin

PeyamaKurd Hat ragihandin ku keştiyên Çînê avên xaka neteweyî ya Japonyayê li derdora Giravên Senkakuyê yên nakokbar ên li Deryaya Çînê ya Rojhilat binpê kirin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Peravê ya Navçeya 11emîn a li eyaleta Naha ya parêzgeha Okinawayê, 4 keştiyên nobedarên peravê yên Çînê avên xaka neteweyî ya Japonyayê binpê kirin.

Keştiyên Çînî bi qasî 20 kîlometreyan li başûrê rojavayê Girava Uotsuri ya li herêma Giravên Senkakuyê ketin qada avên xaka neteweyî ya Japonyayê.

Ewlehiya Peravê ya Japonyayê hişyarî da keştiyên Çînî ku ji herêmê derkevin. Ev cara yekem e ku binpêkirina avên bejayî tê kirin.