DYA, Hindistan, Awustralya û Japonyayê çavên Çînê tirsandin
PeyamaKurd - Wezîrên karên derve yên Awustralya, Hindistan, Japonya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îro (Duşem) li paytexta Japonya Tokyoyê civiyan û destnîşan kirin ku ew bi ciddî ji manevrayên tirsnak û metirsîdar ên li Deryaya Çînê ya Başûr ne razî ne û soz dan ku ew ê ewlehiya deryayî ya li herêmê xurt bikin.
Di civîna ku Wezîrên karên derve yê Axustralya Penny Wong, yê Hindistanê Subrahmanyam Jaishankar, yê Japonyayê Yoko Kamikawa û yê DYA Antony Bliken beşdar bûn de aliyan li sern hin xalan li hev kirin.
Daxuyaniya hevbeş a piştî civîna li Tokyoyê ya danûstandinên di navbera welatên ku xwe bi navê 'Quad' bi rêk xistine de, Çîn, weke kêşeya stratejîk a herî mezin hate pesendkirin
Wezîran di daxuyaniya hevbeş ku rasterast qala Çînê nekir de gotin: "Em bi ciddî ji rewşa Deryaya Çînê ya Rojhilat û Başûrê Çînê bi gazin û guman in û li dijî her kiryarên yekalî yên ku dixwazin statukoyê bi zorê biguherînin, dijberiya xwe ya tund dubare dikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin