Tevî tehdîdên Çînê, Nancy Pelosi li Hindistanê seredana Dalai Lama kir

19 June 2024 21:09 0 dîtin
Tevî tehdîdên Çînê, Nancy Pelosi li Hindistanê seredana Dalai Lama kir

PeyamaKurd – Seroka meclisa nûneran ya Amerîkayê ya berê Nancy Pelosi, bi grûbekî endamên kongra Amerîkî re li Hindistanê seredana lîderê rûhanî yê ayînî ku ji Tibetê ye û li Hindistanê li sirgûnê ye, yê bi navê Dalai Lama, kir.

Li gor ragihandina malpera dîjîtal Indiatodayê; Pelosi û heyeta pêre li bakûrê Hindistanê li bajarê Dharmsala seredana Dalai Lama li mala wî kir. Di hevdîtinê de Pelosi serokê dewleta Çînê Şi Cinping rexne kir û got:

“ Wê bermayiyên (mîras) Dalai Lama yê pîroz demek dirêj bijî lê tu serokê Çînê hun dê herin û wê ti kes bi başî te bibîr neyne.”

Berya heyet bi Dalai Lama re hevdîtin bike, wezareta karên derve ya Çînê bangî heyeta Amerîkayê kiribû gotibû:

“Xwe ji Dalai Lama bi her awayî dûr bigrin.”

Tibet, di sala 1951an de bi peymanekî ketibû ber desthilata Çînê, xelkê wê nîv koçerin lê di sala 1959an de piştî hewla serxwebûna Tibetê bi ser neketibû, lîderê rûhanî yê Tibetê Dalai Lama terka welatê xwe kiribû û li Hindistanê bicîh bûbû.