Tevî bertek û gefên Çînê balafira sanda Amerîkî daket: Nancy Pelosî li Taywanê ye

02 August 2022 19:22 0 dîtin
Tevî bertek û gefên Çînê balafira sanda Amerîkî daket: Nancy Pelosî li Taywanê ye

PeyamaKurd – Balafira ku Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî û endamên Kongreya Amerîkayê tê de bûn, ligel hemû gefên leşkerî yên Çînê îro 2yê Tebaxê gihîşt welatê Taywanê.

Dema balafira Pelosî gihîşt asmanê Taywanê rewşa amadebaşiyê gihîşt asta herî bilind û Çînê jî li nêzîkî Kendava Taywanê balafirên şer rakirin.

Tevî hemû gef û nerazîbûnên Çînê Pelosî di çarçoveya serdana xwe ya Asyayê de, piştî Japonya û Sîngapûrê gihîşt Taywanê û tê çaverêkirin îşev li Taywanê bimîne û bi rayedarên Taywanê re hevdîtinan pêk bîne.

Nancy Pelosî piştî 25 salan yekem siyasetmedara Amerîkî ya asta bilind e ku serdana Taywanê dike. Herî dawî sala 1997an serokê Encûmena Nûneran ê wê demê yê Partiya Komarî Newt Gingrich serdana Taywanê kiribû.

Çîn vê pengavê wekî binpêkirina serweriya xwe dihesibîne ku Taywanê jî wekî parçeyekî Çînê dibîne.