Japonya û Gravên Pasîfîkê bertek sanî gefên Çînê yên li ser Asya-Pasîfîkê dan

18 July 2024 14:28 0 dîtin
Japonya û Gravên Pasîfîkê bertek sanî gefên Çînê yên li ser Asya-Pasîfîkê dan

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên tund û gefdar ên Çînê yên li ser Asya-Pasîfîkê, Japonya û Gravên Pasîfîkê bertek nîşan dan û bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku guherîna statukoya pasîfîkêe bi gef û zext û bikaranîna hêzê nayê çareserkirin.

Li gorî AFP, Japonya û Giravên Pasîfîk îro di daxuyaniyekê de ragihandin ku ew bi tundî li dijî her hewlên yekalî yên ji bo guhertina statukoyê ne.

Aliyan destnîşan kirin ku bi gef û zextan an jî bi bikaranîna hêzê pirsgirêk nayên çareserkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hevalbendên wê, bi berdewamî vê gotina ku di daxuyaniya hevpar a piştî lûtkeya sê rojî de hat bikaranîn, ji bo zêdekirina bandor û şiyanên leşkerî yên Çînê li herêma Asya-Pasîfîkê bi kar tînin.