Japonyayê bertek nîsanî Çînê da!

19 June 2024 11:39 0 dîtin
Japonyayê bertek nîsanî Çînê da!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Japonê Kamikawa Yoko diyar kir ku bihêzkirina bilez a kapasîteya leşkerî ya Çînê ji bo welatê wî dilgiraniyek cidî ye.

Texmîna ku Çîn xwediyê 500 serikên nukleerî ye, di rapora salane ya herî dawî ya ku Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê weşandî de cih digire di rojeva Japonyayê de ye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku hejmara serikên nukleer ên Çînê li gorî par ji 90î zêdetir bûye û tê pêşbînîkirin ku hêj zêdetir bibe.

Hikûmeta Japonê bertek nîşanî vê rewşê da. Di daxuyaniya xwe de, Kamikawa Yoko diyar kir ku ew ji ber bihêzkirina bilez a kapasîteya leşkerî ya Çînê, di nav wan de navokî û moşekan, "bi fikar in".

Kamikawa got, "Çîn lêçûnên xwe yên parastinê di asta bilind de didomîne. Bê şefafiyet bi lez û bez îmkanên xwe yên leşkerî yên nukleerî û moşekan berfireh dike."