Çînê bertekek tund nîsanî xistina balonê da: Mafê me yê bersivdanê heye!

05 February 2023 11:32 0 dîtin
Çînê bertekek tund nîsanî xistina balonê da: Mafê me yê bersivdanê heye!

PeyamaKurd - Rêveberiya Çînê li ser xistina balonekê ku li gorî Amerîkayê ew ji bo çavdêriya îstixbarî bo asmanê Amerîkayê hatibû şandin, bertekên tund nîşan da.

Wezareta Derve ya Çînê piştî ku baloneke Çînê ya bi qasî du otobusan mezin, li ser asmanê Amerîkayê bi hinceta karê îstixbarî dike hate xistin, rexneyên tund li Amerîkayê girt û ragihand, ew nerazîbûna xwe li hember bikaranîna hêzê û êrîşkirina ser balona sivîl a welatê xwe nîşan didin, ji ber ku beriya niha ji Washingtonê re eşkere kirine ku ew balon baloneke sivîl e û ji bo lêkolînên keş û hewayê hatiye firandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Amerîkayê bi xistina xwarê ya balonê, karekî zêdegavî û binpêkirineke navdewletî kiriye, li hember vê yekê, bersivdana Amerîkayê wek mafê xwe dibînin.

Wezareta Berevanîya Amerîkayê bi rêya balafirên şer ên F-22, şevê din li peravên Karolînaya Başûr a li Deryaya Atlasê, baloneke Çînî xist xwar.

Desthilatdarên Amerîkayê roja Înê ragihandibûn ku wan baloneke sîxûrî ya Çînê li asmanê bajarê Montana hatiye dîtiye ku li cihekî hestyar ê Amerîkayê ye û li wir baregehên serbazî yên çêkirina moşekên balîstîk hene.