AKP bertekekî tund nîsanî Dogu Perinçek da: Sînorê xwe derbas kir

01 September 2022 21:35 0 dîtin
AKP bertekekî tund nîsanî Dogu Perinçek da: Sînorê xwe derbas kir

PeyamaKurd – Serokê giştî yê Partiya Vatanê Doğu Perinçek di daxwuyaniyekî xwe de di weşana televîzyonê ya zindî de gotibû:

“Hz. Muhammed di salekî de 40 teredaran peyda kir lê qet nebe me di salekî de 40 hezarî peyda kir. Em ji Hz. Muhammed pêşdetirin.”

Li ser daxwuyaniya Perinçek berdevkê AKP ê Ömer Çelik bertekê nîşanî gotinên Doğu Perinçek da û got:

“Gotinên Perinçek ji serî heya binî şaşin. Eger partiyekî xwe bi Hz. Muhammed re qiyas bike, jê û bêqiltir û bêmantiqtir tiştekî tine. Kî an kîjan partî be girîng nîne. Eger partiyekî siyasî xebatên xwe bi yê Hz. Muhammed re bixe nav pêşbirgekî, ev derbaskirina sînorê xwe ye, bêhediye.”  

Gotinên Perinçek di medyayê de gelek bi nexweşî hat pêşwazîkirin û gelek kes lê rexne girt.