Rûsya bertekekî tund nîsanî Amerîkayê da
PeyamaKurd – Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova li ser xeberên ku di medya Amerîkayê de cîh digre weha got:
“Divê çapemeniya Amerîka ne ji êrîşên Rûsyayê lê ji yên Amerîkayê endîşe bike.”
Zaharova, bi taybetî li ser xebera ku di rojnama Washington Postê de derketibû ku Rûsya xwe amade dike da Ûkraynayê îşxal bike ragihandina xwe kir. Zaharova got ku neraste wê Rûsya di serê sala 2022 an de Ûkraynayê îşxal bike û weha dewam kir:
“Xebatên artêşa Rûsyayê ya di nav axa xwe de mafê dewleta wî ye. Amerîka ji bo rewşê giran bike li dora Ûkraynayê operasyonên taybet birêve dibe û berpirsiyariyê dixe aliyê Rûsyayê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin