Amerîkayê bertek nîsanî Rûsya û Belarûsê da!

26 May 2023 09:46 0 dîtin
Amerîkayê bertek nîsanî Rûsya û Belarûsê da!

PeyamaKurd Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matt Miller, îmzekirina rêkeftina Belarusê ya derbarê çekên atomî yên taktîkî bi Rûsyayê re şermezar kir û tekez kir, ku bikaranîna Rûsyayê ji çekên biyolojîkî, kîmyayî yan navokî di şerê wê yê ligel Ukraynayê de, wê berdêlên giran hebe.

Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirseke derbarê rêkeftina Rûsya û Belarusê ya ji bo anîna mûşekên nukleerî yên taktîkî bo Belarusê da û got: "Ez behsa delîl û nirxandinên ku di destê me de ne nakim, lê ez dixwazim bibêjim ku em vê rêkeftinê bi tundî şermezar dikin. Ev reftarên wî yên bêberpirsiyarî yên dawîn e ku me di dagîrkirina giştî ya Ukraynayê de dît."

Miller got, wan berê jî gotibû ku bikaranîna Rûsyayê ya çekên biyolojîk, kîmyewî û nukleerî di şerê wê yê bi Ukraynayê re wê bibe xwedî lêçûnên giran û wî bal kişand ser wê yekê, tu rewşek ku pêwîstî bi guhertina helwêstên navokî hebe an jî nîşanek ku Rûsiya xwe amade dike bo bikaranîna çekên navokî tune.

Ji aliyê din ve Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Derbarê îmzakirina rêkeftinekê di navbera Rûsya û Belarusê de ji bo fermîkirina bicihkirina çekên atomî yên taktîkî li Belarûsê, Jean-Pierre got, haya wan ji rêkeftinê heye û wê berdewam bin li ser şopandina rewşê.

Jean-Pierre diyar kir, ew ji bo helwêstên xwe yên nukleerî wekî berê jî diyar kiribûn tu sedemekê nabînin û got, tu nîşanek ku Rûsya amadekariya bikaranîna çekên nukleerî dike tune ye.

Jean-Pierre da zanîn, "Ev nimûneyeke din a bijartinên bêberpirsiyarî û provokatîf e" û tekezî li ser pabendbûna wan bi parastina hevbeş a hevpeymaniya NATO kir.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Parastinê yê Belarûsê Vîktor Hrenîn îro belgeyên li ser bicihkirina çekên nukleerî yên taktîkî li Belarûsê îmze kirin.

Hrenin destnîşan kir, ev yek bersivek e li hemberî siyaseta "nedostane" û "êrîşker" a welatên rojava.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di meha Adarê de ragihandibû ku ew ê çekên nukleerî yên taktîkî li Belarûsê bi cih bikin. Pûtîn herwiha diyar kir, pergalên moşekî yên "Alexander" yên ku berê radestî Belarusê kiribûn, wê bi çeka navborî were çêkirin.