Davutoglu û Erbakan, bertekên tund nîsanî wê biryarê dan
PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan, bertekên tund nîşanî bilindbûna OTVê yên li ser li ser berhemên sotemeniyê da.
Ahmet Davutoglu got, "Ev zêdekirina ku dewlet ji bo miletê me rewa dibîne, di şeva ku vî miletê hêja destana qehremaniyê nivîsandiye de ku selat hatin xwendin, nayê qebûlkirin. Heyf û mixabinî li we be.”
Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan jî bertek nîşanî zêdekirina bacê da.
Fatîh Erbakan, diyar kir ku zêdekirina baca nerasterast, gihîştiye asteke ku nayê qebûlkirin û got, "Divê ev pêkanînên ku fatûreya kêmasiya butçeyê ji welatiyan re tê birîn, di zûtirîn demê de bên terikandin."
Erbakan diyar kir ku zêdekirina bacê, hatiye asteke ku êdî nayê qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin