Dogu Perinçek: Cepha Tirkiye, Îran û Azerbeycan yek e

16 April 2024 19:42 0 dîtin
Dogu Perinçek: Cepha Tirkiye, Îran û Azerbeycan yek e

PeyamaKurd – Serokê giştî yê partiya Vatanê Doğu Perinçek got:

" Turkiye, Azerbeycan û Îran di heman cephê de ne. Rûsya, Sûriye, Iraq, Filistin, Yemen û welatên din yên rojavayê Asya bi hevre ne. Eger Iraq, Sûriye û Îran perçe bibin wê Turkiye wenda bike. Eger Rûsya wenda bike wê Tirkiye wenda bike.”

Doğu Perinçek li serokatiya şaxa Îstenbolê ya partiya xwe daxwuyaniya xwe ya bi navê “Dema Ji Tirkiyê mirov li Îran û Îsraîlê binêre” weha got.

Perinçek got ku hedefa Îsrâlîê ya stratejîk ewe  di bin navê Kurdistanê de Îsraîla duyem ava bike, her şerê ku Îsraîl dike, ji bo  Kurdistanê ava bike dike. Perinçek got ne tenê Îran li hemberê Îsraîle lê li hemberê Îsraîla duyem e û got:

“Tirkiye, Îran û Azerbaycan di heman cephe de ne. Eger Iraq, Sûriye û Îran perçe bibe wê Tirkiye perçe bibe. Milletê Tirkiyê bi cepha Filistinê re û Îranê re ye. Divê seha hewa Tirkiyê ji Amerîka re û hevalên wê re bigrin. Artêşa Tirkiyê divê axa me ya Încîrlîkê û Kurecikê ji bin destê Amerîkayê derxe.”