Çînê, bertek nîsanî NATOyê da
PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Mao Ning, ji ber amajeyên ku NATO amadekariya vekirina ofîsa xwe li Japonyayê dike, bertek nîşan da.
Wezareta Karên Derve ya Çînê bersiv da nûçeyên medyayê yên ku digotin NATO plan dike ku yekemîn ofîsa xwe ya pêwendiyê, li herêmê li Tokyoya paytexta Japonyayê veke.
Mao Ning, bang li cîranên xwe yên Asyayî kir ku "hişyar" bin û got, "Asya ne qada têkoşînê ya hevrikiya jeopolîtîk e, ew lingê aştî û aramiyê ye, ji bo hevkarî û pêşkeftinê herêmeke hêvîdar e. "
Mao hişyarî da û got: "Êrîşkirin û destwerdana berdewam a NATOyê li Asya-Pasîfîkê dê bêguman aştî û îstiqrara herêmê têk bibe û pevçûnan gur bike."
Berdevk Mao anî zimên ku ji ber hewildanên bloka leşkerî ya bi pêşengiya Amerîkayê ji bo hebûna xwe li Asyayê, 'welatên herêmê divê gelekî baldar bin.'

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin