YE û NATOyê, bertek nîsanî ragesiyên li Kosovayê da
PeyamaKurd- Li ser bûyerên ku duh li Bakurê Kosovayê li dijî Mîsyona Dewleta Qanûnê ya Yekîtiya Ewropayê (EULEX) pêk hatin, ji aliyê rayedarên NATO û Yekîtiya Ewropayê ve bertek hatin nîşandan.
Li ser bûyerên ku duh êvarê li dijî tîma EULEXê ya li qadeke nêzî kolanan ku ji aliyê Sirbên li herêmê ve bi barîkatan ve hatibûn girtin, êrîşeke bombeya deng hatibû kirin, ji aliyê rayerên NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) ve bertekên tund hatin nîşandan.
Nûnerê Bilind ê Karên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got,
"Yekîtiya Ewropayê, dê êrîşên li ser EULEXê û kiryarên tundûtûjî yên li bakur qebûl neke. Divê demildest barîkat ji aliyê komên Sirb ên Kosovayê ve bên rakirin. Divê aramî vegere. EULEX dê bi rayedarên Kosovayê û KFOR'ê re hevrêziyê bidomîne. Divê hemû aktor xwe ji zêdebûna aloziyan dûr bixin."
Berdevka NATOyê Oana Lungescu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got,
"Êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin û divê berpirsyar bên dîtin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin