NATOyê bertek nîsanî Tirkiyê da: Em ji encaman bi fikar in...
PeyamaKurd – Rayedarekî NATOyê ji ajansa AFPê re ragihand ku li mijara kirîna S-400ên rûsî ji aliyê Tirkiyê ve fikarên wan hene.
Rayedarê NATOyê got, “Em ji encamên çaverêkirî yên piştî kirîna S-400an ji aliyê Tirkiyê ve, bi fikar in.”
Beşek ji pergalên parastina hewayî yên Rûsî S-400an îro bi rêya du balafirên rûsî gihîştin Tirkiyê û bûn sedema karvedeneke zêde li medya cîhanê.
Piştî Çîn û Belarûsê Tirkiye dibe welatê sêyem ku wan pergalên moşekî yên Rûsyayê bikar bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin