DYAyê guvasan li kompaniyên Çînê sepand: Çînê bertek nîsan da

26 August 2024 00:02 0 dîtin
DYAyê guvasan li kompaniyên Çînê sepand: Çînê bertek nîsan da

PeyamaKurd – Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî Rûsyayê guvaşên nû ragihand, ji ber ku di nav lîsteya kompaniyên guvaş li ser wan hatine sepandin kompaniyên Çînê jî hene, berteka yekemîn ji Çînê hat.

Çînê ji ber ragihandina lîsteya kompaniyên ku guvaş li wan hatiye sepandin ku kompaniyên Çînê jî tê de ne, bertek nîşanî DYAyê da.

DYAyê, ji ber ku ‘berhem û xizmetên ku di şerê li dijî Ûkraynayê de bi kar anîne dane Rûsyayê û alîkariya wê kirine da ku xwe ji guvaşên navneteweyî rizgar bike, hin kompaniyên Çînî xistibû lîsta kompaniyên ku guvaş li wan hatine sepandin.

“DYA yasayên xwe yek alî bi kar tîne”

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Çînê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku ev nimûneyeke ji rêzê ya ku Washington yasayên xwe jî li derveyî sînorên xwe, ji bo guvaşên yekalî bikar tîne.

Di daxuyaniyê de hate binxêzkirin ku Çîn, wê ji bo parastina maf û berjewendiyên rewa yên kompaniyên xwe bergiriyên pêwîst bigire.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev guvaşên DYAyê, rêgezên bazirganiya navneteweyî têk dibin, rê li ber danûstandinên normal ên aborî û bazirganî yên navneteweyî digirin û bandoreke neyênî li ewlehî û aramiya zincîreyên dabînkirina pîşesaziya cîhanê dikin.

Wezareta Bazirganiyê ya Çînê, di daxuyaniya xwe de bang li rêveberiya Washingtonê kir ku dest ji pratîkên çewt berde û dawî li van guvaşên xwe yên ne rewa bîne.