DYAyê guvasên nû li kompaniyên Îran Tirkiye û Îmaratê sepand
PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di derbarê kompanyayên Tirk û Îmaratî ku bi rejîma Îranê re hevkarî kirine guvaşên nû ragihand.
Wezareta Darayî ya DYAyê ragihand ku di derbarê kompaniya yedeg a Banka Navendî ya rejîma Îranê (CBI) û 3 koampaniyên Îmarat û Tirkiyeyê de biryara sepandina guvaşan hatiye standin.
Di daxûyaniya wezaretê de hate ragihandin ku kompaniyên ku rastî sepandina guvaşan hatine Pargîdaniya Xizmetên Informatîk (ISC) ku şaxeke Banka Navendî ya rejîma Îranê ye, Banka Pêşkeftinê ya Bazirganiya Çareseriyê ya Îmaratê ku kompaniyeke girêdayî ISCya Îranê ye, Freedom Star General ku kompaniyeke bazirganiyê ya ku navenda wê li Îmaratê ye û li Tirkiyeyê bi ser banka TEDê xebat dike ne.
Hate destnîşankirin ku Pîşesaziya Xizmetên Pêşveçûna Teknolojiya TEDa ku di nav kompaniyên ku guvaş li wan hatiye sepandin de ye nûnerê ISCyê yê li Tirkiyeyê bû û bi hevkariya kompaniyên pêşiyê ji DYAyê mal û teknolojiyê dikirîn.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Pûriya Mîrdamadî ku yek ji xebatkarên payebilind ên ISCyê û xwedî hemwelatîbûna Îran û Fransayê ye, di çarçoveya mueyîdeyan de cih digire û di heman demê de beşdarî xebatên TEDê ku navenda wê li Tirkiyeyê ye dibe.
Di daxuyaniya wezaretê de wiha hate gotin: "Ofîsa Çavdêriyê ya Sermayeyên Biyanî ya Wezareta Darayî (OFAC) , ji ber ku piştgirî dane Pasdarên Îranê û Hizbullaha Lubnanê, li gel Banka Navendî ya Îranê, di derbarê ji 20î zêdetir kompaniyên li DYAyê yên ku toreke peydakirina pêdiviyan sez kirine de bi tawanên ku henardekirina mal û teknolojiyê ji kirîdarên Îranê re hêsan kirine guvaş hatine sepandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin