DYAyê guvasên li dij Rûsyayê berfirehtir kir: Tirkiye jî jê bi bandor dibe

13 June 2024 13:24 0 dîtin
DYAyê guvasên li dij Rûsyayê berfirehtir kir: Tirkiye jî jê bi bandor dibe

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) rêze guvaşên nû li dijî Rûsyayê ragihand. Guvaşên Wezareta Gencîneyê û Wezareta Derve ya DYAyê ji bilî Rûsya li ser 300 dezgeh û kesên têkildarî Rûsya yên Çîn, Tirkiye û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb jî hatin sepandin.

Yek ji armancên van guvaşên ku îro, ango beriya ‘Lûtkeya G7’ a ku DYA, Brîtanya, Fransa, Kanada, Almanya û Îtalya beşdar dibin jî lawazkirina Borsaya Moskowê ye.

Piştî ragihandina DYA ya guvaşên nû, Borsaya Moskowê jî ragihand ku wê ji 13ê Pûşperê pê ve danûstandinên bi dolar û ewro bi dawî bikin.

Wezîra Gencîneyê ya DYAyê Janet Yellen got ku wan metirsiya saziyên darayî yên ku bi aboriya şer a Rûsyayê re bazirganiyê dikin zêde kirine û mebesta wan ew e ku Rûsya ji teknolojiya biyanî, alav û xizmetên nermalavê sûd wernegire.

Pargîdanên Çînê jî di şêla guvaşan de ne

Di şêla guvaşên DYAyê de pargîdaniyên hilberîna nîv-conduktorê yên li Çînê jî hene.

Wekî din, Wezareta Bazirganiyê ya DYAyê diyar kir ku ew pargîdaniyên şêl ên Hong Kongê yên ku nîv-conductoran dişînin Rûsyayê dikin hedef.

Li gorî rayedarên Ûkraynayê, Rûsya pergal û teknîkên din ên teknolojiyê yên ku di dema şer de li Dewletên Yekbûyî hatine çêkirin bikar tîne.

Lîsteya herî dawî ya guvaşên DYA armanc dike ku vê yekê sînordar bike.

Li gorî Reutersê, herçend ku vekoler li bendê ne ku ev guvaşên hanê hesabên Rûsyayê zêde biguherînin jî, lê belê mebesta wan ew e ku di demeke dirêj de bêtir ziyanê bide aboriya Rûsyayê.