Pistî DYAyê Brîtanyayê jî guvasê li ser Rûsyayê berfirehtir kir
PeyamaKurd – Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Brîtanyayê jî guvaşên xwe yên li ser Rûsyayê berfireh kir.
Rêveberiya Londonê ragihand ku piştî DYAyê wan jî biryar daye ku guvaşên nû yên aborî li ser Rûsyayê bisepînin.
Londonê da zanîn ku ji ber şerê ku li Ûkraynayê dimeşîne, di serî de Borsaya Moskowê ew ê li ser 50 dezgeh û kompaniyên Rûsya û yên bi Rûsyayê re pêwendin guvaşên aborî bisepîne.
Wê di şêla van guvaşên ku wê bi koordîneya li gel 7 welatên Geşedar (G7) bêne sepandin de pergala aborî û hilberîna leşkerî ya Rûsyayê hebe.
Serokwezîrê Îngilîstanê Rishi Sunak, di Lûtkeya G7 de destnîşan kir ku ew “di şerê azadiyê de piştgirên Ûkraynayê ne” û diyar kir ku wan ji aliyê aborî ve “makîneya şer a Rûsyayê” kirine şêla xwe.
Di şêla guvaşên Brîtanyayê de maşînên ku tê angaştin Rûsya ew ji bo henardekirina neftê bi kar tîne hene.
Wekî din, cebilxane, amûrên makîneyan, mîkroelektronîk û dabînkerên lojîstîkê jî di şêla guvaşên Brêtanyayê de ne.
Hin dabînker li Tirkiye û hin welatên din in
Hate ragihandin ku hin ji van dabînkeran li Tirkiye, Çîn, Îsraîl û Qirgizîstanê ne. Her wiha keştiyên ku ji Koreya Bakur alavên leşkerî dibirin Rûsyayê jî di şêla van guvaşan de ne.
DYAyê jî vê hefteyê rêze guvaşÊn nû yên li dijî Rûsyayê ragihandibû.
Cezayên Wezareta Gencîneyê û Wezareta Derve ya DYAyê ji bilî Rûsyayê li ser 300 şêlên cuda yên li Çîn, Tirkiye û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb hatin sepandin.
Borsaya Moskowê jî yek ji şêlên guvaşên DYAyê bû.
Piştî ku DYAyê van guvaşên nû ragihand, Borsaya Moskowê jî ragihand ku ew ê ji 13ê Pûşperê şûnve danûstandinên bi dolar û ewro bidin rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin