Nancy Pelosi vê carê seredana Ermenistanê dike

16 September 2022 01:08 0 dîtin
Nancy Pelosi vê carê seredana Ermenistanê dike

PeyamaKurd – Seroka Meclisa Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi, piştî şerê navbera Ermenistan û Azerbeycanê, di dawiya heftê de diçe Ermenistanê. Hat ragihandin ku piştî kuştina ewçend leşkeran, di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de agirbes çêbûye.

Li gor ragihandina medya Tirkiyê; wê bi Pelosi re nûnerê Caloforniayê yê bi eslê xwe Ermeniye Jackie Speier jî here Ermenistanê.

Pelosi, wê li Berlina Almanya tevlî zîrweyekî bibe, ji wê derê here Erivanê, bi serokwezîr Nikol Paşinyan û rêvebirên hukumetê re hevdîtinan bike.