Kestiyên Fîlîpînê û Çînê li avên nakok li hev qelibîn
PeyamaKurd – Li Deryaya Çînê ya Başûr keştiyeke Fîlîpînê bi keştiyeke ewlekariya peravê ya Çînê re li hev qelibîn.
Ewlehiya Peravê ya Çînê ragihand ku li Deryaya Çînê ya Başûr li nêzî Giravên Spratlyê yên nakokbar keştiyeke Fîlîpînî li keştiyeke Çînê li hev qelibîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku keştiyê guh nedaye gelek hişyariyên aliyê Çînî û nêzî keştiya Çînî bûye û li wê qelibî û wiha hat gotin: “Geştiya ku aîdî Fîlîpînan e, tedbîrên hiqûqî da destpêkirin.”
Deryaya Çînê ya Başûr ji dema ku welatên peravê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn serxwebûna xwe bi dest xistin, bûye mijara nîqaşên serweriyê.
Çîn bi nexşeya ku yekem car di sala 1947an de weşandiye, ji sedî 80ê Deryaya Çînê ya Başûr serweriyê dike. Welatên cîranên peravê yên wekî Fîlîpîn, Vîetnam, Bruneî û Malezya jî li herêmê doza mafên xwe dikin.
Nakokiyên serweriyê yên li ser giravek, refik, zinar û bendavên deryayê yên li herêmê, nemaze Giravên Paracel û Spratly, carinan dibe sedema aloziyê di navbera welatan de.
Dewletên Yekbûyî û herwiha welatên herêmê, li dijî avakirina baregehên leşkerî yên Çînê li giravên nakokdar û parastina demdirêj a fîloya keştiyên sivîl in.
Di biryara xwe ya li ser serlêdana Fîlîpînan a sala 2016an de, Dadgeha Daîmî ya Hakemaniyê (PCA) li Laheyê biryar da ku îdîayên yekalî yên serweriya Çînê yên li Deryaya Çînê ya Başûr neqanûnî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin