Çîn di avên ku pirsgirêk li ser wan heye, mudaxeleyê kestiyên Fîlîpînê kir
PeyamaKurd – Di demên dawiyê de li ser Derya Başûr ya Çînê ku mafê kî tê de heye an tine, li serê pirsgirêk hene û diyare ew pirsgirêk dê dewam bikin. Keştiyên Çînê li derya navborî bi ava şid mudaxele bi 3 keştiyên Fîlîpînê kirin. Rêvebirên dewleta Fîlîpînê êrîşê ’ne rewa û êrîşker’ bi nav kir.
Hêza Deryayê ya Fîlîpînê ya Başûr (NTF-WPS) li ser mijarê daxwuyanî da û got:
“Keştiyên ewlehiya peravê yên Çînê, nêzî Scarborough Shoalê 3 keştiyên ku ji teknên masîgiran re xida û benzînê dibirin, ji bo ber li wan bigrin ava bi şid (tazyik) bikaranîn. Vê tevgera Çînê ne qanûniye û êrîşkeriye.”
Terefê dewleta Çînê jî li ser mijarê got ku keştî bê îzin ketine nav sînorê ava Çînê û li hemberê wan tedbîran sitendiye.
Dewleta Çînê dibêje ku mafekî Çînê ya zêde li ser Derya Başûr ya Çînê heye lê dewletên weka Brunei, Malezya, Filipinler, Taywan û Vietnam jî doza desthilatiya xwe li ser heman deryayê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin