Serêkaniyê | HSD û Amerîkayê dest bi dewriyeyên hevbes kirin

28 July 2019 20:07 0 dîtin
Serêkaniyê | HSD û Amerîkayê dest bi dewriyeyên hevbes kirin

PeyamaKurd – Piştî zêdebûna gefên operasyonê yên Tirkiyê bi ser herêmên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de, Hevpeymana Navdewletî ya ku Amerîka pêşengiya wê dike ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dest bi dewriyeyên leşkerî kir.

Hat ragihandin ku dewriya hevbeş li gundê Til Erqem a nêzî Serêkaniyê geriya û ji wir jî berê xwe da bajaroka Til Helefê û paşê jî ket nav bajarê Serêkaniyê.

Hat zanîn ku Dewriya hevbeş a HSD/YPGê û leşkerên Amerîkî li nava bazara navendî ya Serêkaniyê geriyan.

Hêjayî gotinê ye, di serdana dawî şanda Amerîkayê bo Tirkiyê de ku Nûnerê Amerîkayê James Jeffrey seroktiya wê dikir, li ser herêma ewle bi Tirkiyê re lihevkirin çênebûbû û Serokomarê Tirkiyê Erdogan jî piştre dubare gefa operasyonê xwaribû û gotibû, heger lihevkirin çênebe jî ew dê destwerdana leşkerî li herêmî bikin.