Tirkiye û Rûsya 15ê Adarê li ser rêya M4 dest bi dewriyeyên hevbes dikin

13 March 2020 21:42 0 dîtin
Tirkiye û Rûsya 15ê Adarê li ser rêya M4 dest bi dewriyeyên hevbes dikin

PeyamaKurd - Wezîrê Bereveniya Tirkiyê Hulusî Akar da xuyakirin ku di demeke nêzîk de navendên hevahengiyê yên hevbeş di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de têne damezrandin û ji roja 15ê Adarê ve jî dewriyeyên hevbeş ên hêzên herdu welatan li derdora rêya M4 li sînorê parêzgeha Idlibê têne destpêkirin.

Hulusî Akar bal kişand ser danûstandinên şandên Rûsya û Tirkiyê yên derbarê rewşa Idlibê de û got, herdu alî li ser reşnivîsekê li hev kirine û ew reşnivîs îmze kirine.

Akar diyar kir: “Reşnivîs ji aliyê herdu terefan ve hat îmzakirin û derbasî qonaxa cîbicîkirinê bû. Yekem cîbicîbûna wê jî, dê ji 15ê Adarê ve li ser rêya M4 gera me ya hevbeş hebe”.

Wezîrê Tirk da zanîn ku ew dê bi rêya encamdana wan gerên hevbeş li ser rêya M4 li sînorê parêzgeha Idlibê hewla cîbicîkirin û parastina agirbestê bidin.