''DAIS bi rêya alîgirên xwe yên li Tirkiye û Iraqê hê jî dikare 100 milyon dolar bidest bixe''

05 February 2021 11:30 0 dîtin
''DAIS bi rêya alîgirên xwe yên li Tirkiye û Iraqê hê jî dikare 100 milyon dolar bidest bixe''

PeyamaKurd –  Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê diyar kir, DAIŞ bi rêya alîgirên xwe yên li Tirkiye û Iraqê hê jî dikare 100 milyon dolar bidest bixe.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê bi raportekê da zanîn, dahata DAIŞê ji 2014an ve daketiye kêmtirîn astê, lê dîsa jî bi rêya alîgirên xwe dahateke mezin bidest dixe.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê li ser rewşa darayî ya DAIŞê jî destnîşan dike, ew rêxistin bi rêya alîgir û qeçaxciyan li Tirkiye û Iraqê, li ser dabînkirina pere berdewam e.

Li gor raportê ku 4ê Çileyê ji aliyê Dîrektorê Kontrolê George Sullivan ve hatiye ragihandin: “Dibe ku di destê DAIŞê de 100 milyon dolar rezerva dravî hebe ku li herêmê belav bûye.”

Herwiha li gor raportê, alîgirên DAIŞê, bi rêya kompanyayên pere veguhastinê û bi şêweyek neyasayî wî pereyî dişînin derve û nav Iraq û Sûriyê.

Li Kampa Hol a li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, nêzikî 50 hezar malbatên DAIŞê dijîn û li gor raporta hatiye belavkirin, şandina beşek ji wî pereyî bi rêya van malbatan û beşa din jî bi rêya kuryeyan li ser sînorên Iraq û Sûriyê pêk tê.

Her li gor wê raportê DAIŞ hê jî li Sûriyê bi rêya kompanyayên xeyalî, qaçaxçitiya petrolê, zordarî, revandina sivîlan û bi talanê pere kom dike.