Wezîrê Berevaniya Tirkiyê: Em 15ê Adarê dest bi dewriyeyên hevbes dikin
PeyamaKurd- Li gorî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ya bi navê ‘Rêkeftina Îdlibê’ biryar hatibû dayîn ku dewriyeyên hevbeş yên Rûsya û Tirkiyê bigerin û ew dewriye 15ê Adarê dest pê dikin.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê (MSB) Hulusî Akar, derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Wezîrê Tirkiyê li sînorê Hatayê ev daxuyanî da:
“Em dê ji 15ê Adarê û pê ve, li ser rêya serekî ya M4ê dewriyeyên hevbeş bigerînin. Me dest pê kir ku esasen korîdora ewlehiya ya li raserî rêya M4ê pêk werînin. Li ser vê mijarê de, hefteya bê dê şandeke rûsî seredana Enqerê bike. Tiştê em hêvî dikin agirbest, bibe agirbesteke mayînde û xwîn raweste û nêzîkî milyonek kesên ku ji cihûwarên xwe bûne vegerin ser xaka xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin