Tirkiyê û Amerîkayê dewriyeya hevbes a sêyem dest pê kirin

04 October 2019 13:51 0 dîtin
Tirkiyê û Amerîkayê dewriyeya hevbes a sêyem dest pê kirin

PeyamaKurd - Hêzên Tirkiyê û Amerîkayê îro di çarçoveya plana navçeya aram de, dewriyeya xwe ya sêyem a bejayî ya hevbeş li nav axa Rojavayê Kurdistanê dest pê kirin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, dewriyeya sêyem a bajayî ya navbera hêzên Amerîka û Tirkiyê, careke din her li sînorê bajarê Girê Spî dest pê kiriye.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê ragihand, îro Sêşemê dewriya sêyemîn a bejayî ji aliyê hêzên wan û yên Amerîkayê ve li sînorê navçeya aram hatiye encamdan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di çarçoveya damezrandina navçeya aram de, ji bo cara sêyemîn hêzên wan li gel hêzên Amerîkayê dewriyeyekî bejayî encam dane û ew dewriye jî li navçeya Girê Spî birêve çûye.Li gorî heman daxuyaniyê, ji bilî dewriyeya bejayî, balafirên bê pîlot jî li esmanên wê navçeyê firiyane û çavdêriya navçeyê kirine.

Di çarçoveya avakirina navçeya aram de, roja Sêşemî 24ê Îlonê hêzên Amerîka û Tirkiyê duyemîn dewriyeya xwe ya hevbeş a bejayî li rojhilatê bajarê Girê Spî pêk anîbûn Beriya niha hêzên Amerîka û Tirkiyê roja 8ê Îlonê bo cara yekê dewriyeyeke hevbeş a bejayî li nav axa Rojavayê Kurdistanê pêk anîbûn ku 3 demjimêran dom kiribû.

Herwiha herdu welatan, ji dema rêkeftina li ser pêkanîna navçeya aram ve heta niha, 6 caran dewriyeyên esmanî yên hevbeş encam dane.

Amerîka û Tirkiye, piştî çend zincîrecivînan, roja 7ê Tebaxê ragihandibûn, ku herdu aliyan li ser avakirina navçeya aram û mekanîzmeke hevbeş a ewlehiyê li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê li hev kirine.