CNN: Îsraîlê li ser Îranê temînat nedaye Amerîkayê
PeyamaKurd – Berpirsekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kiriye ku Îsraîl ti garantî nedaye Amerîka ku ew ê navendên navokî yên Îranê ji bo "bersivdana" piştî êrîşa moşekî nekin armanc.
Piştî êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Îsraîlê, bersiva Îsraîlê hat meraqkirin, di nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê de hat îdiakirin ku Îsraîl ti temînat nedaye Amerîkayê ku ew ê tesîsên nukleerî yên Îranê hedef negirin.
Rayedarekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji CNN International re axivî û got ku ew garantî nadin rêveberiya Joe Biden ku îhtîmala armanckirina tesîsên nukleerî yên Îranê wekî "bersivdana" êrîşên moşekî yên Îsraîlê li ser masê nîne.
'Tu garantî tune ye'
Rayedarê Amerîkî yê ku navê wî nehat zanîn jî diyar kir ku zehmet e mirov bibêje ku Îsraîl wê salvegera êrîşên 7ê Cotmehê ji bo "tolhildanê" bikar bîne yan na. Wî rayedarê amerîkî li ser vê pirsê ku gelo Îsraîl ji Amerîkayê piştrast kiriye ku armanckirina navendên navokî yên Îranê li ser masê nîne yan na, got: "Em hêvî û çaverê dikin ku hinekî jîr û hêz bibînin, lê wek hûn jî dizanin garantî tune."
'Tolhildan' wê di 7ê Cotmehê de çêbibe?
Li gorî berpirsên Amerîkî, ne diyar e ka dê kengê biryara bersiva Îsraîlê were dayîn û dê kengê biryar were cîbicîkirin. Biden di daxuyaniya xwe ya doh de gotibû ku Îsraîl dê demildest biryarê nede, rayedarê payebilind ê Wezareta Karên Derve ya DYAyê di bersiva pirsa CNNê de ku gelo Îsraîl wê salvegera 7ê Cotmehê ji bo “bersivdanê” bi kar bîne yan na, got, “Bi rastî zehmet e gotina wê."
"Ez difikirim ku ew dixwazin bi hin awayan ji 7ê mehê dûr bixin. Ji ber vê yekê, texmîna min ev e, heke tiştek wusa çêbibe, îhtîmal e ku ew berî an paşî çêbibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin