Îsraîlê ji bo Îranê pêsniyareke nû li Amerîkayê kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Îsraîlê pêşniyarek li Amerîkayê kiriye ku dixwaze, dorpêçên wekî yên ser Rûsyayê bi ser Îranê de werin sepandin ku ev dê bêyî pêkanîna peymana nukleerî jî zextê li ser Îranê çêbike.
Li gorî çavkaniyên îsraîlî ew pêşniyar li Lutkeya Necefê ya hefteya borî ku bi beşdariya wezîrên derve yên yên Îmarata Erebî, Behreyn, Mexrîb (Fas) û Îsraîlê hatibû lidarxistin de, pêşkeşî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken hatiye kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett, di çarçoveya pêşniyara nû ya li Amerîkayê kirine de destnîşan kiriye ku pêkanîna peymana nukleerî tenê dikare ji bo çend salan Îranê ji hêzbûna nukleerî dûr bixe û daxwaz kiriye, Supaya Pasewanên Îranê ji nav lîsteya terorê neyê derxistin ji ber ku bedelê êrîşên wan ew didin.
Herwiha Bennet pêşniyar kiriye, Amerîka dorpêçên nû yên wekî yên bi ser Rûsyayê de hatine sepandin bi ser Tehranê de jî bisepîne daku zextê li ser rejîma Îranê çêbibe û nikaribe bihêz bibe.
Li gorî malpera Walla ya îsraîlî Blinken, ji aliyê Îsraîlê re diyar kiriye ku hîn lihevkirinek li ser peymana nukleerî ya ligel Îranê çênebûye û biryarek li ser derxistina Supaya Pasdarên Îranê de jî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin