Clooney: Ez ji Biden hez dikim lê namzedekî nû divê
PeyamaKurd - Aktêrê navdar ê Amerîkî George Clooney ku yek ji kesayetên sereke yên çalakiyên xêrxwaziyê yên Partiya Demokrat e, bang li Serokê DYAyê Joe Biden kir ku ji namzediya serokatiyê vekişe.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Bidenê 81 salî, piştî performansa xwe ya xerab a weşana zindî ya li gel Donald Trumpê namzedê Komarparêzan û Serokê berê yê DYAyê, ji bo ji namzediya serokatiyê vekişe bi zextên tund re rû bi rû ye.
Di demeke ku di nav partiya wî de jî dengên daxwaza vekişîna namzediyê bilind bûne de, aktêrê navdar Clooney jî gotareke bi sernavê "Ez ji Biden hez dikim, lê belê pêwîstiya me bi namzedekî nû heye” ji New York Timesê re şand û beşdarî wan kesên ku bang li Biden dikin ku ji namzediya serokatiya DYAyê vekişe bû.
Clooney di gotara xwe de got ku ew wek serok û dostekî ji Biden hez dike û bi karakterê wî bawer e û dom kir: “Biden di van 4 salên dawî de, di gelek şeran de bi ser ket, lê belê ji niha û pê ve şerê ku nikaribe bi ser bikeve, şerê li dijî demê ye.”
Clooney bi bîr xist ku di tevahiya jiyana xwe de Demokrat bûye, gelek çalakiyên xêrxwaziyê yên Partiya Demokrat li dar xistiye û bi partiya xwe serbilind e û wiha got: "Em nikarin bi vî namzedî di hilbijartinên Mijdarê de bi ser bikevin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin