Di pêsbirka seroktiyê de Biden yan Trump li pês e? Namzedekî surprîz jî heye!

29 April 2024 20:03 0 dîtin
Di pêsbirka seroktiyê de Biden yan Trump li pês e? Namzedekî surprîz jî heye!

PeyamaKurd – Li Amerîkayê ji bo hilbijartinên seroktiyê yên 2024an pêşbirka di navbera namzedên Partiya Demokrat û Partiya Komarîyan de berdewam dike.

Li gorî rapirsiya dawî ya CNNê rêjeya dengên Serokê Amerîkayê Joe Biden ku cardin namzediya xwe ragihandiye, gelekî li paş rêjeya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ê Komarî ye.

Herwiha di vê rapirsiyê de cara yekem kurê serokê berê yê Amerîkayê RFK Jr. wek surprîz derketiye pêş ku wek namzedê sêyem rêjeya dengên wî gihîştiye cothejmaran.

Di rapirsiya CNNê ya roja Yekşemê hatiye belavkirin de, Biden 9 pûanan ji Donald Trump kêmtir e, lê ji namzedên derveya herdu partiyan jî 20 pûanan li pêş dixuyê.

Di rapirsiyê de, ji bilî Biden û Trump, ji namzedan rêjeya dengên Robert F. Kennedy Jr. ji sedê 16, ya Dr. Cornel West ji sedî 4 ya Dr. Jill Stein jî ji sedî 3 derketiye.