REWSA DAWÎ | Donald Trump yan Joe Biden nêzî seroktiyê ye?
PeyamaKurd – Beriya ku encamên dawî yên hilbijartinên seroktiya Amerîkayê diyar bibin, hejmara eyaletên ku herdu namzedên seroktiyê Donald Trump û Joe biden bi dest xistine eşkere bûn. Li gorî encamên heta niha hatine eşkerekirin.
Joe Biden ji 538 delegeyên hilbijartinê, 238 bi dest xistine ku Donal Trump jî 213 delegeyên eyaletan heta niha bi dest xistine. Namzedê ku bigihîje 270 delegeyan jî dibe serok, lê belê hîn li hejmarek eyaletan hejmartina dengan berdewam dike.
Trump herî dawî bi twîtekê got ku ew şevê din li pêş bû lê niha dengên wî li paş ketine û vê jî wekî sextekariya dengan bi nav dike.
Trump herwiha li dijî dengdana bi rêya posteyê bû û niha dixwaze ew dengên bi riya posteyê hatine dayîn ku piranî yên Joe Biden in neyên hejmartin.
Li aliyê din tê diyarkirin ku hejmartina dengên ji dûr ve hatine dayîn dibe ku heta hefteyek yan deh rojan jî berdewam bike.
EYALETÊN KU HETA NIHA TRUMP BI DEST XISTINE EV IN:
Tennessee (11 delege),Mississippi (6 delege),Oklahoma (7 delege),Alabama (9 delege),Kentucky (8 delege),West Virginia (5 delege),Güney Carolina (9 delege),Arkansas (6 delege),Indiana (11 delege),Wyoming (3 delege),Kuzey Dakota (3 delege),Güney Dakota (3 delege),Nebraska (5 delege),Louisiana (8 delege),Kansas (6 delege),Missouri (10 delege),Utah (6 delege),Idaho (4 delege),Montana (3 delege),Ohio (18 delege),Iowa (6 delege),Florida (29 delege),Teksas (39 delege)
Bi giştî dikin: 213 delege
EYALETÊN KU JOE BIDEN BI DEST XISTINE EV IN:
VVermont (3 delege),Virginia (13 delege),Massachusetts (11 delege),Connecticut (7 delege),New Jersey (14 delege),Delaware (3 delege),Maryland (10 delege),Illinois (20 delege),Rhode Island (4 delege),New York (29 delege),New Mexico (5 delege),District of Columbia (3 delege),Colorado (9 delege),California (55 delege),Oregon (7 delege), Washington (12 delege),New Hampshire (4 delege),Minnesota (10 delege),Arizona (11 delege)
Bi giştî: 238 delege

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin