Donald Trump: Divê êdî ser bi dawî bibe

15 November 2024 18:34 0 dîtin
Donald Trump: Divê êdî ser bi dawî bibe

PeyamaKurd – Serokê hilbijartî yê 47yemîn ê Amerîkayê Donald Trump, li eyaleta Florida galaya “America First Policy” bû û tê de daxuyanî dan.

Trump, destnîşan kir ku ew dê bala xwe bide ser şerên li seranserê cîhanê rû didin û destnîşan kir, “Divê şerê Rûsya û Ukraynayê bi dawî bibe.”

Trump got, “Em dê gelekî li ser Rûsya û Ukraynayê bixebitin. Divê êdî şer bidawî bibin. Divê şerê Rûsya û Ukraynayê bi dawî bibe.”

Donald Trump, herwiha bi bîr xist, ew dê bala xwe bide bûyerên ku li Rojhilata Navîn jî rû didin û li ser dubare hilbijartina xwe ya wekî serokê Amerîkayê wiha axivî: “Serkeftina herî mezin a siyasî ya 129 salan e. Me hemû eyaletên girîng qezenc kirin. Em di dengdana gel de jî bi ser ketin.”