Donald Trump: Biden, dijminê dewletê ye

04 September 2022 20:33 0 dîtin
Donald Trump: Biden, dijminê dewletê ye

PeyamaKurd- Serokê Berê yê Amerîkayê Donald Trump, piştî serdegirtina mala xwe ya FBIyê, cara yekemîn mitîngek li dar xist û di wê mitîngê de Serokê Amerîkayê Joe Biden, wekî ‘dijminê dewletê’ pênase kir.

Donald Trump, piştî serdegirtina Buroya Lêpirsînê ya Federal a Amerîkayê (FBI), mitîngek li dar xist û di mitîngê de rexneyên tund li Serokê Amerîkayê Joe Biden kirin. Trump di mitînga xwe ya ku li bajarê Wilkes-Barre yê Pensilvanyayê li dar xist de Biden tawanbar kir ku FBIyê li dijî xwe bê çek kiriye.

Trump, di axaftina xwe de li ser serdegirtinê got, “Di dîroka Amerîkayê de ev yek bû hewileke ku mirov matmayî bibe û ev dizî ye ku rûyê mirovan ji ber sor dibe.”