Mihemed Helbûsî careke din wek Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin
PeyamaKurd – Di yekem rûniştina piştî hilbijartinê 10ê Cotmeha 2021ê de, îro 9ê Çileyê 2021ê ya Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî careke din wek serokê parlamenê hat hilbijartin.
Di dengdana serokatiya Encûmena Nûneran a Iraqê de, ligel boykota hin aliyên şîe ji 339 parlamenteran bi beşdariya 228 parlamenteran dengdana serokê parlamenê pêk hat.
Di encama dengdanê de, kandîdê Parntiya Teqedûm û sûniyan Mihemed Helbûsî bi wergirtina 200 dengdan ji nû ve wek serokê parlamenê hat hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin