Mihemed Helbûsî îstifa kir, Parlamentoya Iraqê roja civînê eskere kir
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, dest ji seroktiya parlamentoyê berda û Parlamentoya Iraqê biryar da, roja Çarşema bê ji bo dengdana ser îstifaya Helbûsî bicive.
Parlamentoya Iraqê bi nivîseke fermî ragihandiye ku wê Parlamentoya Iraqê roja Çarşema bê 28ê Îlona 2022an ji bo dengdana li ser destkişandina Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û hilbijartina Cîgirê Yekem ê Parlamentoyê bicive.
Helbûsî piştî hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê careke din wekî serokê parlamentoyê hatibû hilbijartin. Ji ber qeyrana siyasî ya navbera Tevgera Sedr û aliyên din ên Iraqê parlamento heta niha ji bo hilbijartina serokomar û avakirina hikumeta nû ti xebatek bi ser nexistibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin