Parlamentoya Iraqê parlamenteriya Helbûsî hilwesand

21 November 2023 19:52 0 dîtin
Parlamentoya Iraqê parlamenteriya Helbûsî hilwesand

PeyamaKurd – Piştî biryara Dadgeha Federal ya Iraqê di 14ê Mijdarê de ku Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ji kar dûr xistibû, îro 21ê Mijdarê jî Parlamentoya Iraqê dawî li parlamenteriya Helbûsî anî.

Dadgeha Federalî li ser giliyê 2 parlamenteran, 14ê Mijdarê serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bi hinceta gendeliyê ji erka wî dûr xistibû.

Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya îro de bi awayekî fermî Helbûsî ji endamtiya parlamentoyê derxist.

Parlamentoya Iraqê ragihand: “Piştî ku Dadgeha Federal a Iraqê bi tometa sextekariyê Mihemed Helbûsî ji kar dûr xist, parlamentoya Iraqê li ser bingeha biryara Dadgeha Federal bi awayekî fermî dawî li endamtiya Helbûsî anî.”

Hêjayî gotinê ye, Helbûsî yê serokê Partiya Teqedûm tohmetên li ser xwe red dike û 31 parlamenterên partiya wî jî piştî biryara Dadgeha Federalî parlamonteya Iraqê boykot dikin. Herwiha 3 wezîrên ji Partiya Teqedûmê jî îstîfa kiribûn, lê Serokwezîrê Iraqê îstifaya wan nepejirandibû.