Helbûsî: Parlamentoya Iraqê nayê hilwesandin!
PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, piştî vekişîna 74 parlamentarên Tevgera Sedir ji Parlamentoya Iraqê ragihand ku Muqteda Sedir ji bo welat ji aliyê siyasî ve xwe feda kiriye û parlamento jî nayê hilweşandin.
Helbûsî di daxuyaniyekê de, da xuyakirin ku wê dahatuyê ji bo derbaskirina aloziya siyasî ya Iraqê lihevkirin çêbibin û got ku Sedir li ser îstîfaya parlamentarên xwe deriyekî vekirî ji bo vegerê hiştiye û zimanekî dîplomatîk bikar aniye,
Helbûsî diyar kir ku wê xitimandina siyasî zêde dom neke û piştî vekişîna parlamentarên Tevgera Sedir wê lihevkirinên nû pêk werin.
Herwiha Helbûsî da zanîn ku hîn Çarveya Hevahengiyê ya şîre gotina xwe nekiriye û destnîşan kir, wê parlamento neyê hilweşandin û dê komên siyasî hewldanên bo avakirina hikûmetê bidomînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin