Seroka Sanda Parlamentoya Ewropayê: Divê rewsa Singalê bilez were asayîkirin
PeyamaKurd – Seroka Şanda Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Seroka Komîsyona Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau, piştî civîna xwe ya îro 26ê Gulanê li Parlamentoya Kurdistanê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Loiseau, piştî civînê derbarê rewşa Şingalê û hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de nirxandin kirin û li metirsiya berdewam a DAIŞê got: “Li navçeyên derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê û Iraqê gefa DAIŞê berdewam dike. Ji ber vê jî wê hevkariya me ya bi hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê re dewam bike.”
Li ser rewşa Şingalê jî Loiseau diyar kir, "Endîşeyên me ji bo rewşa Şingalê hene û ji bo me ya xirab jî xelkê Şingalê nikare vegere malên xwe ye. Divê hikûmeta Iraqê li ser bixebite ku rewşa Şingalê di demeke herî nêz de were asayîkirin.”
Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de Loiseau got: “Hêvîdarim partiyên siyasî li ser lihev bikin ku hilbijartin di dema xwe de bêne kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin