Wezareta Pêsmerge: Parastina aramî û axa Kurdistanê, erka me ya sereke ye
PeyamaKurd-Ji Wezareta Pêşmerge, daxuyaniyek hat belavkirin û di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew wekî Hêzên Pêşmerge, nahêlin êdî asayîş û aramiya xelkê têk biçe.
Ji Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek hat belavkirin û bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku parastina asayîş û aramiya xelkê û axa Kurdistanê, erka sereke ya Hêzên Pêşmerge ye.
Daxuyaniya ku hat belavkirin, wiha ye;
“Duh roja pêncşemê, 26ê Gulana 2022yan; di 2 bûyerên cuda de bi çekên qenas êrîşî Hêzên Pêşmerge hat kirin û gundên navçeyê bi hawinan hatin bombebarankirin:
Yek: Li Gundê Kanî Masê bi çekên qenas êrîşî eniyeke Lîwaya Çar a Piyade hat kirin û pêşmergeyekî bi navê Mihemed Fazil Mihemed, birîndar bû.
Du: Di dema hawinbarankirina deverên Bamernê de guleyeke hawin li Gundê Erednayê yê li navçeya Bamernê ya li qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve ket xwarê; di encamê de du welatiyên bi navên Yûsif Kovan Hacî û Evend Hoşyar şehîd bûn û du welatî jî birîndar bûn.
Ev bûyer di demekê de bûn ku Hêzên Pêşmerge li sengerên xwe bûn, her wiha beşek ji gundên Eşîra Nêrweyî, li Gundê Erednayê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve di ahengeke navçeyî de bûn. Em, wekî Wezareta Pêşmerge radigihînin ku; Hêzên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê, ji van kiryaran nîgeran in û divê hemû alî fêm bikin ku parastina asayîş û aramiya xelkê û axa Kurdistanê, erka ewil a Hêzên Pêşmerge ye.
Em hêvî dikin ku milmilaniyên ser sînoran êdî pelekî jî bi ser Hêzên Pêşmerge ve nehavêjin û PKK jî li wê navçeyê hewil nede ku aramî û aştiya Hêzên Pêşmerge wekî derfetê bi kar bîne. Lewra em nahêlin êdî di wan deveran de asayîş û aramiya xelkê têk biçe û giyanê welatiyan û Pêşmergeyan bikeve bin metirsiyê.
Şaneta Ragihandin û Hişyariyê ya Pêşmerge

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin