Wezareta Pêsmerge bi Sêwirmendê Mezin ê Hevpeymaniya Navdewletî re civiya

10 February 2022 11:16 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge bi Sêwirmendê Mezin ê Hevpeymaniya Navdewletî re civiya

PeyamaKurd Wezareta Pêşmerge bi Şêwirmendê Mezin ê Hevpeymaniya Navdewletî re,  di mijara çaksaziyê de, li wezaretê civiya.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê do di daxuyaniyekê de diyar kir; îro 9ê Sibata 2022yan Rêveberê Pêwendî û Hemahengiyê yê li Wezareta Pêşmerge Mihemed Seîd bi Şêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Tad Boros re civiya.

Daxuyaniya wezaretê eşkere dike, civîn li ser proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge bû.

Herwiha daye zanîn, Rêveberiya Pêwendî û Hemahengiyê ya Wezareta Pêşmerge, roleke wê ya bi bandor û baş heye di bihêzkirina pêwendiyên Hevpeymanan de ligel wezaretê.