‘Di Wezareta Pêsmerge de guhertinên mezin hatine kirin’

18 July 2022 20:04 0 dîtin
‘Di Wezareta Pêsmerge de guhertinên mezin hatine kirin’

PeyamaKurd - Rêveberê Ragihandina Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed da xuyakirin ku guhertin di gelek postên wezaretê de hatiye kirin û wê hîn jî guhertin bê kirin.

Li gorî nûçeya BasNewsê Rêveberê ragihandina Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed li ser guhertinên di Wezareta Pêşmerge de da xuyakirin, “Di piraniya postên wezaretê de guhertin hatiye kirin. Guhertina herî berçav di posta serokatiya erkan de hatiye kirin. Li şûna general Cemal Êminkî, general Îsa Uzêr hatiye danîn. Posta sekreteriya giştî jî hatiye guhertin. Li şûna general Cebar Yawer, general Bextiyar Mihemed hatiye danîn û gelek postên din jî hatine guhertin.”

Osman Mihemed diyar kiriye, guhertin di postan de berdewam in û her gava pêwîst bike dê guhertin were kirin.

Herwiha li ser xebatên reformê jî berpirsê Wezareta Pêşmerge daye zanîn, gelek pêngav hatine avêtin û xal bi xala projeya reformê tê bicihanîn. Ji xwe serok erkan û sekreterê giştî jî planên xwe amade kirine ji bo berfirehkirina reforman.

Osman Mihemed li ser yekxistina hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge jî destnîşan kir, beşek berçav ji wan hêzan derbasî bin sîwana Wezareta Pêşmerge bûne û ew xebat berdewam e.