Wezîrê Pêsmerge: Ji bo reformên nav Pêsmerge pêngavên gelekî mezin hatine avêtin

22 May 2022 15:26 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge: Ji bo reformên nav Pêsmerge pêngavên gelekî mezin hatine avêtin

PeyamaKurd - Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, îro Yekşemê li Silêmaniyê di merasîma derçûna xula 16 ya efser û Pêşmergeyan a Koleja Serbazî ya Qelaçiwalan de axivî û got, proseya çaksaziya li nav hêzên Pêşmerge bi awayekî serkeftî birêve diçe û pêngavên gelek mezin hatine avêtin.

Şoreş Îsmaîl, di axaftina xwe de daxwaz kir ku rê neyê dayîn li derveyî wezaretê ti hêzek were damezrandin û ji bo pêkanîna hêzeke yekbûyî ya Pêşmerge alîkar bin.

Wezîrê Pêşmerge destnîşan kir: “Nabe xeta sor li ser yekkirina hêzên Pêşmerge hebe” û wiha pê de çû: “Di çaksaziya serbazî de, me destkeftên mezin bi dest xistine, tiştê ku duh nedihat kirin, me îro kir, rast e pêngav hîn jî ne di asta daxwaza me de ne, tiştên ku me kirin û hatine kirin, ne kêm in.”

Wezîrê Pêşmerge da zanîn, tevî astengiyan jî wan di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi hev re li ser yekkirina hêzên Pêşmerge di bin sîwana wezaretê de xebat kirine.