Wezîrê Pêsmerge: “Me pêngavên bas avêtiye”

15 September 2020 22:35 0 dîtin
Wezîrê Pêsmerge: “Me pêngavên bas avêtiye”

PeyamaKurd- Îro bi sedema ku karwanekî hevkariya leşkerî ya Amerîkayê giha wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê, li ser wê, wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl civînekî çapemeniyê lidarxist û weha got:

“Çaksaziyên wezareta Pêşmerge dewam dikin. Heya niha DEAŞ bi dawî nebûye û gefên DEAŞ ê dewam dikin. Pêwistiyekî mezin a Pêşmerge bi alîkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî heye. Di vê çarçoveyê de îro Amerîkayê hevkariyekî serbazî gihande hêzên Pêşmerge.”

Şoreş Îsmaîl di dewama axaftina xwe de ragihand ku Pêşmerge di têkbirina DEAŞê de rolekî mezin leyîstiye, DEAŞ hêjî bi dawî nebûye, li herêmê metirsî heye, bi taybetî li sînorên parêzgeha Mûsilê, Kerkûk û Diyalayê. Şoreş Îsmaîl weha dewam kir:

“ Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê pêwîstiya wan a mezin bi berdewamiya hevkarî û hemahengiya Hevpeymaniya Navdewletî heye, bi taybetî jî bi hêzên Amerîkayê.”

Şoreş Îsmaîl got ku bo cîbicîhkirina qanûn, bo mebestê 7 komîte hatine avakirin û giringîya çaksaziyê di bin alîkariya hevpeymanan de û alîkariya hevpaymanan her bo pêşmerge dewam dikin.

Li ser mijara hemahengiya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de wezîr Şoreş Îsmaîl weha ragihand:

“Me gelek hewl da bo pêwendiyên xwe li gel wezareta berevaniyê ya Iraqê xurt bikin. Em hêvî dikin ku plan û bernameyekî me ya hevbeş ligel Wezareta Berevaniyê ya Iraqê hebe, da ku em li dijî DAIŞ ê pêvajoyekî hevbeş encam bidin. Baweriyekî mezin di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de çêbûye.”