Îsraîlê bersiva NYê da: Sotemeniyê ji Hamasê bixwazin!
PeyamaKurd- Rayedarên artêşa Îsraîlê bersiv da banga Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo sotemenî ji Şerîda Xezayê re bê dayîn bersivand û got ku “sotemeniyê ji Hamasê bixwazin.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) duh li ser medyaya civakî hişyarî dabû ku li Xezayê sotemenî diqede.
Artêşa Îsraîlê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku li Xezayê di tanqên Hamasê da zêdeyî 500 hezar lître sotemenî heye û ji UNRWAyê re got ku "Ji Hemasê bipirsin ka hûn dikarin sotemeniyê bistînin."
Her wiha hat diyarkirin ku alîkariyên wekî av, xwarin û derman ji roja şemiyê ve ji Deriyê Sînor ê Refahê yê li ser sînorê Misrê re derbas dibe, lê sotemenî bi hinceta ku dê Hamas di binesaziya xwe ya leşkerî de bi kar bîne destûr nayê dayîn.
Berdevkê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Spî John Kirby duh di derbarê mijarê da daxuyanî da û diyar kir ku fikarên Îsraîlê rewa ne û wiha got, "Lê dîsa jî bi giştî em di wê baweriyê de ne ku divê sotemenî bigihêje gelê Xezayê."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin