Posterê Pêsengê Hamasê li Diyarbekirê hat daliqandin

17 November 2023 18:06 0 dîtin
Posterê Pêsengê Hamasê li Diyarbekirê hat daliqandin

PeyamaKurd - Posterê Pêşengê rêxistina çekdar a Hamasê Tûgyên Îzzedîn el-Kaassam Ebû Ûbeyde li sûrên Kela Diyarbekirê hat daliqandin. 

Grûbekî li Diyarbekirê,derketin ser bircên li Qada Şêx Seîd û pankartê ku li ser bi Kurdî û Tirkî 'Ji Diyarbekirê bo Ebû Ûbeyde hezar silav' dinivîsî bi bircê ve daliqandin. Grûba ku wî pankartî bi bircan ve kir, piştre jî bi alên Filistînê li dijî Îsarîlê slogan avêtin. 

Di şerê Îsraîl û Hamasê yê li Xezzeyê de hêjmara kesên ku hatine kuştin ji 12 hezaran derbas bûye û grûbê jî ragihandiye ku çalakiyê ji bo bertek nîşandana êrişên Îsraîlê ku li Xezzeyê dike lidar xistine.