Li Bircên Diyarbekirê wêneyên 5 pêsengên Kurdan hatin daliqandin
PeyamaKurd – Posterê Şêx Seîd û 4 pêşengên Kurdan ên ku piştî parçebûna Kurdistanê bi Peymana Lozanê dest bi serhildanê kiribûn, li Bircên Diyarbekirê hate daliqandin.
Daxuyaniya çend roj berê ya li ser kolana nû ya ku wê li Diyarbekirê bê çêkirin û wê navê Şêx Seîd lê bê kirin, rastî berteka gelek kesan hat.
Piştî daxuyaniya ku di rojevê de bû, posterê ku wêneyên mezinên Kurd Şêx Seîd, Qazî Muhamed, Leyla Qasim, Seyîd Riza û Musa Anter li ser Bircên Diyarbekirê hatin daliqandin.
Di afîşê de nivîsa bi Kurdî “Ez Kurd im, ez nemirim” hatibû nivîsandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin