Ukrayna û Rûsyayê 92 dîlên ser bi hev guhertin
PeyamaKurd – Rûsya û Ukraynayê ragihandin ku di navbera herdu aliyan de, pevguhertina dîlên şer hatiye kirin û 92 dîl bi hev hatine guhertin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê da xuyakirin ku 45 leşkerên rûsî vegeriyane malên xwe û dê bo wan alîkariya tenduristî û derûnî bê kirin.
Ofîsa Serokatiya Ukraynayê jî eşkere kir ku 45 leşkerên ukraynî û 2 sivîl hatine rizgarkirin ku di nav leşkerên hatine rizgarkirin de birîndar jî hene.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew dê li ser armanca Volodimir Zelensky heta hemû dîl bên rizgarkirin bixebitin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin