Rûsya û Ukraynayê 190 dîlên ser pevguhertin
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi giştî 190 leşkerên dîl hatine guhertin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama muzakereyan de 95 leşkerên Rûsyayê yên ku li Ûkraynayê dîl hatibûn girtin teslîmî Moskovayê hatin kirin û li hember vê jî 95 leşkerên esîr ên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê radestî Kîevê hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îmaratên Ereb ên Yekbûyî di dema ku leşkerên Rûsyayê ji dîl hatin berdan, navbeynkariya însanî kir."
Hat ragihandin ku leşkerên Rûs ên serbest hatin berdan wê ji bo dermankirin û rehabîlîtasyonê li saziyên tenduristiyê yên girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi balafirên veguhestina leşkerî yên hêzên hewayî û fezayî yên Rûsyayê ve bibin Moskovayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin