Bi dronên kartonî yên Ukraynayê 5 balafirên ser ên rûsî hatin têkdan

30 August 2023 20:11 0 dîtin
Bi dronên kartonî yên Ukraynayê 5 balafirên ser ên rûsî hatin têkdan

PeyamaKurd – Nivîsgeha Saziya Ewlehiya Ukraynayê da xuyakirin ku wan bi dronên kartonî êrîş biriye ser balafirgeha Kursk a Rûsyayê.

Hatiye ragihandin ku di êrîşa ku dronên kartonî hatine bikaranîn de 5 balafirên şer ên Rûsyayê hatine têkşikandin. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew dronên kartonî ji Avusturya bo wan hatine şandin.

Li aliyê din Balyozê Avusturya yê Ukraynayê Vasyl Mryoshnychenko jî êrîşa bi dronên kartonî piştrast kir û li medya civakî got, dronên karton, di êrîşa li hember balafirgeha Rûsyayê de hatine bikaranîn.

Li gorî pisporên şer, balafirên karton an jî dronên karton ji bo Ukraynayê ji aliyê aborî ve jî gelekî baş in.